Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed dema di hilbijartinên îro de dengê xwe bikar dianî têkîldarî hevdîtan bi serokomarê Tirkiyê Erdogan de axivî.
Beşar Esed got: “Şert bingehîn ew e ku dewleta Tirk piştgiriya terorê neke û ji Sûriyê vekişe.”
Beşar Esed dema di hilbijartinên îro de dengê xwe bikar dianî têkîldarî hevdîtan bi serokomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayîp Erdogan de axivî.
Beşar Esed dubare şertên hevdîtina danûn û got:
“Çi hevdîtin pêk werin, divê encamên wan berbiçav bin.
Şertên bingehîn ên vegerandina têkiliyan ew in ku dewleta Tirk piştgiriya xwe ji terorê re bi dawî bike û ji xaka Sûriyê vekişe.”
Hêjayî gotinê ye ev daxuyaniya Esed di demekî de ye ku dewleta Tirk a dagirker hewil dide xwe nêzî hikumeta şamê bike û bi vê re dagirkeriya xwe normal nîşan bide.
Lewma jî ev daxwaza Tirkiyê ji aliyê Şamê ve nayê qebûlkirin.
Erdogan: Bi rêya Putin dibe em vexwendinekê ji bo Esed bikin



