Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir.
Di hevdîtinan de yek ji mijara sereke dagirkeriya dewleta Tirk bû.
Hate gotin, divê hemû aliyên siyasî di çarçoveya projeyek nîştimanî de lihev kom bibin.
Di wextekî dewleta Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfireh dike de, Kongra Netewî ya Kurdistanê ketiye tevgerê.
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana 3 tevger û rêxistinên Kurdistanî kir.
Ehmed Qeremus destpêkê serdana Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir û ji aliyê sekreterê Hizba Zehmetkêşan Belên Ebdula û endamên hizbê ve hate pêşwazîkirin.
Piştre jî serdana Hizba Komunîst ya Kurdistanê hate kirin û hevserokê KNK’ê ji aliyê sekreterê Komîteya Navendî ya Şuî Dr. Kawe Mehmud ve hate pêşwazîkirin.
Hevserokê KNK’ê dawiyê jî serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir û ji aliyê rêveber û endamên tevgerê ve hate pêşwazîkirin.
“Divê hemû aliyên siyasî di çarçoveya projeyek nîştîmanî de kom bibin”
Li gorî agahiyan di serdana hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus ya ji bo her 3 partî û rêxistinan de, behsa dadgehkirina doza şehîd Denîz Cewdet Bulbun ku du carin tê taloqkirin, hatiye kirin.
Bulbun yê endamê KNK’ê bû, 18’ê Îlona 2023’an di êrişek çekdarî ya li dijî avahiya KNK’ê ya Hewlêrê de şehîd bû.
Herwiha behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate kirin.
Hate gotin, divê hemû aliyên siyasî di çarçoveya projeyek nîştimanî de lihev kom bibin.
Tê payîn serdana Hevserokê KNK’ê di rojên pêşde ya ji bo partiyên din yên siyasî dewam bike.



