Serdanên ku ji aliyê Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ve li herêmê têne kirin hîna didomin.
Berdevkê Insiyatîfê, Ferzende Munzur diyar kir ku serdanên wan bi awayekî erênî ji aliyê êl û eşîrên li Minbicê ve hate pêşwazîkirin û got: “Xelkê herêmê bi sekna xwe her carê îsbat dikin ku ew ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin û teqez dikin ku ew ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”
Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê serdanên li herêmê yên ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin.
Bi vê armancê îro jî li herêmê serdana şêx û rûspiyên eşîrên kantona Minbicê hate kirin.
‘Em dixwazin hemû êl û eşîrên li herêmê beşdarî pêngavê bibin’
Di serdanan de berdevkê Insiyatîfê Ferzende Munzur bal kişand ser armancên sereke yên serdanan û got:
“Armanca me ji van serdanan ew e ku hemû êlê û eşîrên me yên li herêmê beşdarî Pêngva Cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Apo bibin.
Di van serdanan de jî, em bersiveke erênî ji hemû êl û eşîran digrin.
‘Divê em li têkoşîn û berxwedana Rêber Apo xwedî derkevin’
Ji aliyê xwe ve şêx û rûspiyên eşîran jî teqez kirin ku ew ê beşdarî pêngavê bibin û ev tişt anîn ziman:
“Rêber Apo ji bo gelê Kurd û hemû gelê bindest têkoşîn meşand.
Niha jî li girtîgeha Îmraliyê ji bo azadkirina vê civakê û hemû civakan berxwedaneke bêhempa dike.
Divê em li vê têkoşîn û berxwedana wî xwedî derkevin û bi erkê xwe yê wijdanî rabin.”
‘Fikir û felsefeya Rêber Apo rêya çareseriya hemû pirzgirêkan e’
Şêxê Eşîra Benî Esîd Mihemed Sadiq El Esîdê ji kenala mere axivî û diyar kir xelkê Minbicê, êl û eşîrên wê bi girseyî beşdarî pêngavê bûn û îmzeyên xwe dan.
“Ev girseya gel û pêşwaziya wan ji endamên Insiyatîfê re, dide xuyakirin ku ew bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûne û ji xwe re esas digrin.”
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana Êla El-Şemer kir



