Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo tawîzan dixwaze û got:
“Em nêzîkatî û polîtîkayên wiha kirêt û qirêj dibînin.
Em nêzîkatiyên wiha bi tundî red dikin û lanet dikin.
Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê.
Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pîvana demokratbûnê derketina li dijî tecrîda Îmraliyê ye.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybet ya kanala Medya Haber tv de têkildarî tecrîda Îmraliyê agahiyên nû parvekir.
Besê Hozat diyar kir ku li ser Rêbertiya me bazariyên qirêj yên nû hene û ew agahî parvekirin:
“Em girîng dibînin ku vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Niha li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatine, hin kesên nêzî Erdogan dibêjin, ‘Eger ji bo me vê yekê bikin, em ê bihêlin ku birayê Ocalan û piştre jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê belê ji bo em bihêlin hevdîtin çêbibe divê destpêkê vê yekê bikin.
Yanî vê tawîzê, wê tawîzê bidin.’ Bi vî rengî agahiyên cur be cur tên.
Çavkaniya ku ev agahî jê tên, helbet saxlem e. Em kesên ku agahiyan bi vî rengî diragihînin jî dizanin.
Ji nêz ve nas dikin. Bi salan polîtîka bi Erdogan re meşandin. Helbet em vê pir girîng dibînin, yanî vê rewşê.
Em dixwazin raya giştî jî bizane.
Besê Hozat: Dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîdê, tawîzê dixwaze; em vê namerdiyê red dikin
Besê Hozat anî ziman ku bi ti rengî nayê qebûl kirin ku Rêbertî bibe mijara bazariyê û wiha pê de çu:
“Polîtîkayekî wiha nemerdane, bi rastî jî ti sînorên wiha exlaqî û hiqûqî nas nake.
Helbet em nêzîkatiyên bi vî rengî, polîtîkaya wiha pir qirêj dibînin û bi tundî red dikin.
Em lanet dikin, ez vê bi eşkere diyar bikim.
Bi ti rengî nabe ku Rêbertiya me bibe mijara bazarê. Ev qet nayê qebûlkirin.”
Besê Hozat: Li dijî nirxên mirovahiyê êrîş hene
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê li her derê têkoşîn bê mezin kirin û wiha bi dawî kir:
“Li dijî nirxên mirovahiyê êrîş hene. Li dijî azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û hemû nirxên mirovahiyê êrîş hene.
Ji wî alî ve, yanî bi ti rengî divê dest ji vê neberde.
Em heta dawiyê têbikoşin, yanî teqez em ê encamekî bi dest bixin.
Qedera çareseriya pirsgirêka Kurd û qedera Rêber Apo, bi hev ve hatine girêdan. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê ku Îmralî navenda vê yekê ye, divê em li her derê bi rengekî herî xurt têkoşînê bimeşînin.
Eger em vê yekê bi rengekî xurt û bê navber bidomînin, teqez em ê encamekî bigrin.”



