Xelkê bajarê Hesekê û Şedadê bi merasîmekî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zuhêr El Ubeyd û Îmad Bedir Meter spartin axê.
Li herêmê merasîmên oxirkirina cenazeyên şehîdan hebû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya”QSD” Îmad Bedir Meter (Emced Şedadê) xelkên Hesekê li goristana Şehîd Dijwar gundê Dawûdiyê kombûn.
Şehîd Îmad Meter 13ˊyê Tîrmehê li bajarokê Hecînê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Endamên saziyên sivî û leşkerî, rêxistinê jinan û rûspiyên bajêr beşdarî merasîmê bûn.
Li wir li ser navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Birûks Hesekê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Bi saya şehîdan me tevhî komplo û pilan vala derxistin, lewma dewleta Tirk a dagirker eşkere şerê gelê herêmê dike”
Birûks Hesekê diyar ku ew şoptdarên rêya şehîda bin da ku hêviyên wan pêk bînin.
Piştî axaftinan wesîqya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



