Fermandariya Giştî ya QSD’ê, MSD û Rêveberiya Xweser civîneke sêalî pêk anîn.
Di civînê de rewşa siyasî, aborî û encamnameya komcivîna êl û rûsipiyên herêma bakûr û rojhilatê Sûriyê hatin niqaş-kirin.
Piştî gelek nîqaşan, Meclisa Gelan a Demokratîk efûyeke giştî derxist.
Ev efû bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê hat derxistin.
Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qanûna efûya giştî derxist.
Meclisê diyarkir ku efû bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û li ser daxwaza rûspiyên herêmê, hat derxistin.
Rûspiyan di Komxebata Yekitiya Nîştimanî ya Êlan û Pêkhateyên Sûriyeyê ya 2. de ji bo kesên destê wan di rijandina xwîna sûriyan de tune ye, efûyeke giştî xwestibû.
Li gorî biryara efûyê,
- Cezayên girtiyên demkî nîvê wê hat efûkirin.
- Cezayê hetahetayî dê bi cezayê demkî ya 15 salan bê guhertin.
Her wiha di biryarê de ji bo girtiyên cezayê wan heta hetayî û bi nexweşiyeke bêdermanketî jî biryara efûyê hatiye dîtin.
- Ji bo girtiyê sûcê wî heta hetayî û temenê xwe jorê 75 salî jî heman biryara efûyê derket.
- Di biryara efûyê de, tê gotin, biryara efûyê tewanên ku bûne sedama mirina kesekî nagirtin nava xwe.
- Ev Efû bandorê li doza mafê kesane nake û di hemû dozan de mafê kesê zirardîtî heye ku doza xwe li ber dadgehên dadweriyê veke.
- Meclisê diyarkir ku ev biryarên efrûyê piştî derketina wê ji aliyê Encûmena dadweriya civakî ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ve dikeve meryetê.



