Êrişên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê û binpêkirinê li herêmên dagirkirî zêdetir dibin.
Dagirkeran derdora bajarokê Til Rifetê topbaran kirin.
Li bajarê Cerabulsê çeteyan bi hev ketin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li Meraê û balafirgeha çandiniyê ya Til Rifetê yên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.
Agahiyên derbarê zirarên topbaranê nehatin bidestxistin.
Li Cerabulsê çete bi hev ketin: 3 çete hatin kuştin
Li aliyekî din jî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê rewş aloz e, çeteyên dewleta Tirk bi hev dikevin û xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê berdewam in.
Li gorî çavkaniyan, komeke çeteyan ji bajarê Cerabulsê gule li erebeyeke din a çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên di bazirganiya narkotîkê de kar dikin, barandin.
Di encamê de 3 çete birîndar bûne.
Li bajarê Bineş ê Idlibê jî, piştî ku çeteyekî “Heyet Tehrîr El Şam” bi zanebûn erebeya xwe li jinekê qeliband û ew kuşt, xwepêşandanan derketin.
Li beramber wê, çeteyan sewqiyatên leşkerî yên mezin anîn bajêr, da ku xwepêşandêran bitirsînin.
Li Babê jî piştî ku çeteyan ciwanê bi navê Ebdurehman El Hekîm revandin hêrsa gel rabûn ser piyan.



