Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek parvekir.
KJK’ê salvegera 19’ê Tîrmehê pîroz kir û ev bang kir: “Li Kurdistanê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin û bi hev re biparêzin.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek parvekir.
Koordînasyona KJK’ê 12. salvegera Şoreşa Rojava li Rêber Apo, gaziyê şer, hemû jin û gelan pîroz û wiha got:
“Em şehîdên şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em 33 ciwanên demokrat ên şoreşger ên ku ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ber bi Kobanê ve xwestin pirekê ava bikin û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Pirsûsê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza berdewamkirina rêya wan dubare dikin.”
KJK: YPJ-YJA Starê îspat kiriye ku sedsala 21. sedsala jinê ye
Di dewama daxuyaniyê de Koordînasyona KJK’ê balkişand ser rola jinan ya di nav şoreşê de û wiha got:
“Jinên ku cewhera civakîbûnê ne, di projeya Rêber Apo de cewhera xwe ya windabûyî dît û ji bo ku bi kevneşopiya qedîm a azadiya xaka Mezopotamyayê re bibe yek, ked da. Jinên ku bûn sembola welatparêziyê û girêdayî axa xwe pêşengiya Şoreşa Rojava kirin, berdêlên giran dan û bûn hêza şoreşê. Berxwedana hêzên YPJ û YJA Starê bû berxwedana herî xurt û îspat kir ku sedsala 21’an sedsala jinê ye û Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê bûye xwedî nasname.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) diyar kir ku divê di sala 12’an a Şoreşa Rojava de ruhê vê şoreşê li herçar parçeyên Kurdistanê berfireh bib.
KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin
Koordînasyona KJK’ê di dawî de ev bang kir:
“Divê têkoşîna li dijî dagirkerina Başûr bê berfirehkirin. Li ser vê bingehê em bang li Kurdên welatparêz, rêxistinên şoreşger û demokratîk, kesayet, jinên azadîxwaz dikin ku bi ruhê berxwedana Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin.”



