Rêveberiya Xweser, Yekîneyên Parastina Gel YPG, Kongra Star û Meclisa Sûriya Demokratîk Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin û gotin:
“Şoreşa Rojava ne tenê ya Kurdan e, ya hemû mirovahiyê ye ku li azadî, wekhevî û dadmendiyê digerin.
Ji bo wê jî em ê ji bo parastina gel û şoreşa xwe têkoşînê dewam bikin.”
Bi boney salvegera 12’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyanî da.
Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha got:
“Em 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû gelan pîroz dikin.
Em diyar dikin ku bi yekîtiya pêkhateyên xwe û bi şoreşa xwe ya azad, em ê herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.
Her wiha hemû projeyên qirkirin û tunekirinê têk bibin.”
Rêveberiyê zosa şopandina rêya şehîdan da û ev bang kir:
“Em bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê dikin ku dest bidin hewldanên gelê me da ku bi hev re Sûriyeke nenavendî û demokratîk avabikin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG jî bi heman boneyê daxuyanî da.
YPG’ê salvegera Şoreşê pîroz kir û got:
“Ev roj ne tenê nîşana xwebûn û berxwedana gelê me ye, lê destpêka qonaxeke nû ye di dîroka Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn de ye.
Şoreşa Rojava, îspat kir ku li hember îradeya gelekî berxwedêr tu hêzek çekdar û paşverû nikare bisekine.”
YPG’ê anî ziman ku ew ê ji bo parastina gel û şoreşa xwe têkoşînê berdewam bikin û ev bang kir:
“Em bang li hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk dikin ku piştgiriya xwe ji bo vê tecrûbeya bêhempa bidomînin.”
“Vê ezmûnê derfeta avakirina civakeke hevgirtî nîşan da”
Meclisa Sûriya Demokratîk jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 12 sale şoreşa 19 Tîrmehê bi pêkanîna destkeftiyan didome.
Ji bo pêkanîna aramiyê, gelên herêmê ji pêkhateyên cuda Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Êzidî, Ermenî, Tirkmen û Çeçen bi hevre li hember terorê û hemû pilanan sekinîn.
Vê azmûnê derfeta avakirina civakek hevgirtî li ser esasên perensîbên hevwelatîbûn û jiyana hevbeş nîşan daye.



