Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got:
“Em soz didin ku ala têkoşînê ya hevreyên me bigihînin serkeftinê û bibin layiqî bîranîna şehîdên xwe.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê hevreyên xwe Zarîn, Dilgeş û Sîdar di dîrokên cuda de di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de şehîd bibûn bi bîr anî.
HPG: Hevreyên me di xeta fedayî ya Apoyî de bûn mînak
HPG’ê li ser têkoşîna şehîdan ev agahî dan:
“Hevreyên me, jiyaneke fedayiyane ji xwe re kirin armanc, bi têkoşîna xwe ya ji bo vê oxirê di dîroka azadiya gelê me de cih girtin.
Hevreyên me ku weke gerîlayên azadiyê di gelek çalakiyan de cih girtin, bi israr, ezîm û bi vîna xwe ya nebez a di xeta fedayî ya Apoyî de bûn mînak.
Hevreyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar ku ji bo meşa xwe ya azadiyê ya bi şîara Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bigihînin armancê di şert û mercên herî zehmet de berpirsyarî girtin ser xwe û hemû êrîşên dijmin vala derxistin.
Li herêma Zapê ku destanên berxwedaniyê lê tê nivîsandin, bûn qehremanên azadiyê yên herî esîl ên dîroka efsaneyan diafirîne.
Ji çalakiyên afirîner ên bi taktîkên dewlemend tên lidarxistin heta jiyanîkirina xeta fedayî ya di operasyonên şoreşgerî de, di gelek xebatan de cih girtin.
Hevreyên me Zarîn, Dilgeş û Sîdar li dijî konsepta îmha û tasfiyeyê ya li ser gelê me û Tevgera di her xebatekî de tevlîbûneke bi moral û coş nîşan dan.”
HPG: Em ê layîqî şehîdên xwe bin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin
HPG’ê dawiyê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Em careke din soz didin ku ala têkoşînê ya hevreyên me bigihînin serkeftinê û bibin layiqî bîranîna şehîdên xwe.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Zarîn Aram
Nav û paşnav: Delal Xezal Akıl
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Zeynep
Navê Bav: Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Gulana 2024/Zap

Nasnav: Dilgeş Ednan
Nav û paşnav: Hemze Muhammed Saqîr
Cihê jidayikbûnê: Dêre Zor
Navê Dayik: Sara
Navê Bav: Muhammed
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Hezîrana 2024/Zap

Nasnav: Sîdar Serhed
Nav û paşnav: Metîn Dagci
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik: Aynur
Navê Bav: Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024/Zap



