Ji bo Rêber Apo û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê tên dîlgirtin careke din biryara qedexeya hevdîtinê bi malbatê hate dayîn.
Herî dawî birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan beriya bêtirî 4 sala ye karîbû hevdîtinek rûbirû pêk bîne.
Ji wê çaxê ve agahî ji Îmraliyê nayê girtin û ev fikara gelê Kurd û dostên wan zêde dike.
Ji Rêber Apo û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê dîlgirtîne zêdetirî 40 meh in tu agahî nayên girtin.
Hat zanîn ku ji bo Rêber Apo û her sê girtiyên din careke din ji bo 3 mehan biryara qedexeya hevdîtinê bi malbatê re hate dayîn.
Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da.
Dadgehê, da zanîn ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê Tîrmehê de ji bo Rêber Apo û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye.
Di biryarê de hinceta “cezayê disiplînê” nehat diyarkirin.
Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî hatin redkirin.
Parêzer wê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.
Rêber Apo ji 15’ê sibata 1999’an heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin û mefê hevdîtinê bi hêcetan tê astengkirin.
Di 12 salên ewil de mafê hevdîtina bi parêzeran re li dijî zagonan tenê bi hefteyê rojekê û saetekê hat bisînordarkirin.
Ev mafa jî bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’ û ‘Keştî xerabe ye’ hat astengkirin.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro, parêzer tenê di meha gulan, tebaxa 2019’an de 5 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.
Piştî 7’ê tebaxa 2019’an êdî hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re hat qutkirin.
Ji sala 2014’an heta niha tenê 5 caran malbat çûne hevdîtina girtiyên Îmraliyê.
Herî dawî birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan di 3’ê Adara 2020’an de rû bi rû hevdîtin kir.
Ji roja girtina Rêber Apo, tenê 27 Nisan 2020 û 25 Adar 2021’an 2 caran bi telefonê bi malbatê re axivî ye.
Axaftina telefonê ya 25’ê Adara 2021’an jî di nêvî de hatiye qutkirin.
Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Rêber Apo û girtiyên din nayê girtin.
Tevî vê yekê jî dewleta Tirk a faşîst û qirker îda dike ku li Îmraliyê tecrîd tune ye.



