Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîla Soro Xizginos ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza bilind kirina têkoşînê da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû eşkere kir.
HPG: Hevrê oro xizginos bi tevlîbûna xwe ya fedayî bû milîtanekî Apoyî yê mînak
Di daxuyaniya HPG’ê de li ser têkoşîn û kesayeta şehîd Soro Xizginos ev nirxandin hatin kirin:
“Em hevrêyê xwe Soro Xizginos ku 23’yê Tîrmeha 2022’yan li Garê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Zarokê fedekar ê gelê me yê Amedê hevrê Soro di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi biryardariyeke mezin tevlî nav refên têkoşînê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker ket nava têkoşîneke bê navber.
Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfeyên şoreşgerî bi layiqî bi cih anî û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan, bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Azadiya gelê me li ser her tiştî re dinirxand û di vê rêyê de bi fedayî şer kir.
HPG: Hevreyê me bi xeta fedayetiyê têkoşiya
Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna xwe ya bi biryar, hêz û moral da hemû hevrêyên xwe yên derdor.
Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.”
HPG: Em ê mîrateya têkoşîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin
HPG’ê ji malbata hevreyê xwe Soro Xizginos û hemû gelê xwe yê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê xwest û got:
“Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Soro dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Soro Xizginos
Nav û Paşnav: Azad Yandi
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tîrmeha 2022’yan / Garê



