Li Başûrê Kurdistanê rewşa rojnamevanan her diçe xerabtir dibe.
Rojnamevan rûbirûyî girtin û êrişan tên.
Rojnamevanên navçeya Koyeyê derbarê mijarê de axivîn û gotin ku sînorê PDK’ê ji rojnamevanan re bûye herêmeke metirsîdar e.
Li herêma başûrê Kurdistanê bi taybetî li deverên di bin serweriya PDK’ê de her diçe rewşa rojnamevanan dikeve xeteriyê.
Duh dema nûçegihana Rojnewsê li Silêmaniyê civîna çapemeniyê ya “Eniya Yekîtiyê ya li Dijî Dagirkeriyê” dişopand rastî êrişa hêzên Asayîşê hat.
Rojnavanên devera navçeya Koye derbarê nebûna azadiya çapameniyê li Herêma Kurdistanê bi taybet jî li deverên di bin serweriya PDK’ê de, her wiha tepeserkirina azadiya ramanê axivîn.
Rojnamevanên Koye: Deverên PDK’ê ji bo rojnamevanan metirsîdar in
Rojnamevan Nehro Fetah got ku di kabîneya nehemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de roj bi roj azadiya ramanê zêdetir tê astengkirin û wiha domand:
”Mixabin çend rojnamevan û çalakvanên sivîl derxistine ber bi dadgehên partiyan û hatine girtin. Yek ji wan rojnamevanan jî Silêman Ehmed’e ku nêzîkî salekê ye di girtîgehê de ye.”
Rojnamevan Nehro Fetah bang li rêxistinên navnetewî kir ku zextê li hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikin da ku êdî rojnamevan bêyî biryara dadgehê negirin û nexin zîndanan.
Di heman çarçoveyê de rojnamevan Hawkar Rendîxanî jî got ku pirsgirêka sereke ya Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan xwe gihandina agahiyan e. Ji ber ku hikûmet agahiyan nade rojnamevanan.
“Revandina Silêman Ehmed rewşa rojnamevanan radixe ber çavan”
Rojnamevan Amanc Cûma jî derbarê mijarê de got ku li Herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê li gorî tê xwestin nîne.
Ev li gorî herêman tê guhertin. Mînak li Behdînanê rojnamevan hê jî ji şîroveyên ku kirine tên binçavkirin û dikevin bin lêpirsînê.”
Hêzên Asayîşa Silêmaniyê li kesên ku beşdarî çalakiya li dijî dagirkeriyê bûbûn da



