Doh li Silêmaniyê li ber Baxê Giştî, “Eniya Yekîtiyê ya li Dijî Dagirkeriyê” wê bi civîneke çapemeniyê avakirina xwe ragihandiba.
Lê hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi karanîna hêzê kesên beşdarî çalakiyê bûn, belav kirin.
Piştî ku hatin belavkirin, çalakvanan ji bo xwendina peyama xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk çûn Berderkî Sera ya li bazara mezin ya Silêmaniyê cih digire.
Lê hêzên Asayişa Silêmaniyê bikaranîna hêzê li beşdarên çalakiyê da û nehişt daxuyanî were xwendin.
Di encamê de du kes birîndar bûn.
Nûçegihana ROJNEWS’ê: Hêzên Asayişê êriş kirin û kelûpelên ajansê desteser kirin
Têkildarî astengî û êrişa Asayişa Silêmaniyê, nûçegihana ajansa Rojnews’ê Dêrîn Rehîm axivî û got:
“Di dema ku me çalakî û daxuyaniya çapemeniyê dikişand, hêzên asayişê êrişî me kirin û ez girtim.
Dest danîn ser telefona min û kelûpelên min yên rojnamevaniyê.
Her wiha hêzên asayişê li min xistin, ez gelek êşandim, piştre telefona min dan û ez serbest berdam.
Lê hîn jî kamera û kelûpelên min yên din li asayişê ne û radestî me nekirine.”



