Li Kantona Firatê ji bo 3 hezar mamosteyan bernameya xwendin û nîqaşkirina paraznameyên Rêber Apo hat amadekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê, ji bo 3 hezar mamosteyan beranmeya betlaneya havînê derxist.
Li gorî bernameyê li Kobanê, Eyn Îsa û bajar-bajarokên din komên mamosteyan hatine diyarkirin
Her komek wê di betlaneya havînê de parêznameyên Rêber Apo bixwînin.
Xwendina komên din ên mamosteyan jî berdewam dikin.
Piştî xwendinê, dê bi hemû koman re li ser heman naverokê gotubêj werin meşandin.
Endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Rodîn Mihemed derbarê mijarê de agahî dan û got:
“Hemû beşên din yên parêznameyê jî wê bên xwendin.
Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd têkoşîn dike û li ber xwe dide.
Rodîn Mihemed destnîşan kir ku Pêwîste em baş bixwînin, ji ber ku rêya çareseriya aloziya Suriyê ku 13 sale didome jî nîşan dide.



