Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ji Wezareta Dadê re name şand.
Pascal Savoldelli di name de got:
“Ez dixwazim ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re destûrên pêwîst bên dayîn. “
Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ji Wezareta Dadê re name şand.
Savoldelli, di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bên dayîn.
Nameya Savoldelli ji wezaretê re şandî wiha ye:
“Ji bo bala we bikişînim ser rewşa Abdullah Ocalan, weke Senatorê Komara Fransayê ji we re dinivîsim. Raporên saziyên parastvanên mafên mirovan dibêjin ku di mijara mafên serdan û têkilîdanînê yên Ocalan de astengkirinên cidî hene û gelek caran gotin ku ev rewş tê binpêkirina mafên girtiyan ên navneteweyî.”
Ez dixwazin derheqê rewşa wî ya tenduristiyê de agahiyan bigirim
Nameya Savoldelli bi domdarî diyar kir ku ew dixwazê bi Rêber Apo re hevdîtîn bike û got:
“Bi navê hiqûqa navneteweyî, ez bi taybet jî di çarçoveya Peymana Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (MSHÎS) û Qeydên Nelson Mandela de derheqê rewşa tenduristî û mercên girtîmayînê yên Abdullah Ocalan de agahiyan dixwaz dikim.”
Savoldelli di namê de anî ziman ku rêzgirtina ji bo mafên mirovan, mafên serdan û pêwendîdanîna bi cîhana derve jî di nav de, rêgezeke sereke ya peymanên navneteweyî ye ku Komara Tirkiyeyê jî aliyekê wê ye.
Nameya Savoldelli: Dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan
Nameya Savoldelli di nameya xwe de diyar kir ku divê parêzên Rêber Apo jî di hevdîtinê de amadebin û wiha bi dawî kir:
“Di heman demê de weke parlamenterek, dixwazim bi Abdullah Ocalan re di mercên ku parêzerên wî jî li wir bin pê re hevdîtinê bikim. Ev hewldan, li gorî nirx û temînatên Peymana Mafên Mirovan e ku Konseya Ewropayê û Tirkiyeyê jî îmze kirî ye û di çarçoveya erka min a çavdêrî û teşwîqê de ye. Ez dixwazim ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destûrên pêwîst bên dayîn.”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



