Li hember tecrîda li Îmraliyê bertek zêde dibin.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, Kombûna Jinan û Meclisa Malbatên cezayên nû yên li dijî Rêber Apo hatine sepandin şermezar kirin.
Hate gotin, wê gel li dijî vê yekê bi biryardariyeke xurt rabin ser piyan.
Li aliyekî din jî Însyatîfa Çaldê 25 Tîrmehê meşeke girsyî ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ˊcezayên dîsplînêˊ yê dewleta Tirk li ser girtiyên li Îmraliyê sepandî şermezar kir.
Însyatîfê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de, bal kişand ser sûcên dermirovî yên dewleta Tirk li dijî Rêber Apo pêk tîne.
Însyatîfê got:
“Ev kiryarên dewleta Tirk dikevin xana kiryarên dermirovî yên li dijî gelê Kurd.
Armanca wê yekê di şexsê Rêber Apo de tolê ji Kurdan rake ye.”
Însiyatîfê bang li rêxistin, deste, komîte û meclisên navneteweyî û yên Ewropayê yên mafên mirovan kir ku li hember van kiryarên neqanûnî bi erka xwe rabin.
Her wiha daxwaz kir ku hîn bêtir pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azad, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bê berfirehkirin.
‘Divê gelê me li hember biryarên bi vî rengî bikeve nava tevgerê’
Meclisa Kombûna Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan jî bi daxuyaniyekê biryara nû ya Cezayên Destpilînê ya ji bo derheqê Rêber Apo de derketiye heta sê mehan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk her carê bi cezayekî nû rê li ber hevdîtina bi Rêbertî re digre.
Divê gelê me bi mezin û biçûkê xwe li hember biryarên bi vî rengî rabe ser xwe û erka xwe li hember Rêberê mirovahiyê pêk bîne.”
LI Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê meş bê lidarxistin
Li dijî tecrîdê jî li Qamişlo amadekariyên meşeke girseyî tê kirin.
Însyatîfa Gel a Qamişlo ji bo vê yekê amadekariyê dike, ragihand ku meş wê 25’ê Tîrmehê pêk were.
Armanca serke ya meşê wê şermezarkirina tecrîd û azadifya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Meş li çarxeriya Sonî ya bajêr di saet 06:30’an de wê li dar bikeve.
Însyatîfê bi vê boneyê bang li hemû xelkê Qamişlo û tevahî bajarên din hat kirin ku beşdarî meşê bibin.
Meclisa Kongra Star bernameya çalakiyên ji bo Rêber Apo ya 2 mehan eşkere kir
Meclisa Kongra Star jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo azadiya Rêber Apo û zelalkirina rewşa wî dê rêzeçalakiyan lidar bixin.
Çalakî wê di her du mehên li pêşiya me de werin lidarxistin.
Li gorî bernameyê wê li herêmê meş, civîn û komxebat bêne lidarxistin, sivizyon bêne pêşandan, perwerde û semîner werin dayîn û pirtûkên rêbertî bêne xwendin û belavkirin.



