Hunermend, mamosta û çalakvanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiya axa Kurdistanê ye û gotin: “Lê wê ev xeyala dewleta Tirk wê ti carî pêk neyê.
Divê tu kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne.”
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewame.
Têkildarî armanca êrişên dewleta Tirk a li ser axa Başûr hunermendên navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê axivîn.
Hunermend Samî Ebdullah diyar kir ku wê ti carî dewleta tirk neghêje armancên xwe û got:
“Li hemberî dewleta tirk hêzek rêxistinkirî ya şoreşger a gerîla heye.
Ez piştrastim ku di dema pêş de em ê serkeftina gelê Kurd û şikandina dewleta Tirk a li çiyayên Kurdistanê bibînin.”
Hunermend Fatih Babe Kerîm jî anî ziman ku dewleta tirk dixwaza çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê talan bike û got:
“Li her çar aliyên Kurdistanê pilana dijmin ew e ku axa Kurdistanê dagir bike û dengên azadîxwaz yê Kurdan tine bike.
Desthilata Başûrê Kurdistanê rê nade ku gel li dijî dagirkeriyê xwepêşandanan bike.”
“Hebûna PKK’ê li çiyayan, hebûna statuya Başûrê Kurdistanê ye”
Her wiha çalakvanê qada jîngehê mamoste Azad Ehmed û çalakvanê qada civaka sivîl mamoste Rêbiwar Ebdulkerîm jî derbarê heman mijarê de axivîn.
Mamoste Azad Ehmed diyar kir ku hincetên dewleta Tirk a dagirker bê bingehin û got:
“Çi wek mamoste û çalakvan, çi wek rewşenbîr, partî û aliyên siyasî erka me hemûyan e ku em li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Divê helwesteke me ya yekgirtî hebe, dengê me bigihîje navendên cîhanî.”
Rêbiwar Ebdulkerîm jî anî ziman ku Peymana 100 salî ya Lozanê bi dawî bûye, dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike û hewl dide Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê dagir bike û wiha domand:
“Mixabin yên ku rê nîşanî dijmin didin ji welatparêzan zêdetir in.
Hebûna PKK’ê li çiyayan hebûna statuya Başûrê Kurdistanê ye.”
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



