Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî li Rojhilatê Dêra Zorê çeteyekî girt.
Li ser operasyona girtina çeteyê DAIŞ’ê navenda Ragahandina Asayişê ev agahî da:
“Roja Sêşemê 23’ê Tîrmehê, bi operasyoneke DAIŞ’i yek metirsîdar li rojhilatê Dêrezorê hat girtin.
Ev Çete destê vî di gelek operasyonên Suîkastê de hebû.
Di heman demê de ev çete xalên ewlehiyê û rêbendên me kiriye armanc.
Di van êrîşan de hejmarek sivîl û endamên hêzên me şehîd xistibû.
Navendên xizmetguzarî û sivîl jî hedef girtibû.
Pîştî şopandin û komkirina agahiyan, hezên me ev çete girt.
Di çarçoveya lêpirsîna bi wî re li xwe mikur hat ku operasyonên hedefgirtinê pêk aniye.
Piştî bi dawîkirina tedbîrên pêwîst dê ji dadgeha şareza re bê şandin.”
Hêzên Asayşê herî dawî got:
Operasyonên hêzên me yên ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, parastina ewlehî û aramiyê û dabînkirina ewlehiya welatiyan dê bidome.



