Pêwîste gelê Kurd, jin û raya giştî ya demokrat li dijî konsepta qirkirina gel, xwezayê û xiyaneta malbata Barzanî bisekirin û vê siyaseta qirêji tehşîr bikin.
Bi van peyaman rêxistinên jinan yên herêmê banga nîşandana helwestekî tund kirin.
Divê siyaseta qirêjî ya li dijî gelê Kurd, xwezaya Kurdistanê û xiyaneta li dijî wê were teşhîrkirin.
Meclisa Kongra Star bi van peyaman têkildarî rewşa dawîn a li Başûrê Kurdistanê û siyaseta li dijî gelê Kurd, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Kongira Star diyar kir ku di şerê li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê de çeteyên DAIŞ’ê xistine dewrê û dixwazin sîxurtiyê li Başûr pêş bixin.
Kongra Star îşaret bi baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kirin û got, ev îxanet êdî sinorê tehemûlkirinê derbas dike.
Hate gotin, artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê binketiye, ji aliyê malbata Barzanî ve tên rizgarkirin.
Kongira Star diyar kir ku malbata Barzanî tu carî berjewendiyê gelê Kurd neparastiye û siyaseteke yekitiyê nedaye meşandin, her tim siyaseta fitne, gendelî û xiyanetê bi pêş xistiye.
Di dewamiya daxuyaniyê de, wiha hate gotin:
“Taloqxistina hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî nîşaneya vê ye û niha hikumeta mala Barzanî ne rewa û dervî qanûnî bi darê zorê Kurdistana Başûr di destê xwe de girtiye. Niha jî bi awayekî aşkera, malbata Barzanî destkeftiyên gelê me pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst dike.
Meclisa Kongra Star li dijî vê konseptê di serdî de jin bang li her kesî kir ku têkoşînê xurt bikin û siyaseta qirêj tehşîr bikin.
Meclisa Jinên PYD: Malbta Barzanî li pêşiya yekrêziya Kurdî kelem e
Meclisa jinên PYD a kantona Minbicê jî mehan helwest nîşan da.
Meclisê anî ziman ku Malbata Barzanî here tim hewl daya ruhê şoreşê û kesayetiyên netewî li seranserê Kurdistanê ji holê rabike û ji bo bidestxistina berjewendiyên madî û malbatî ketiye xizmeta welatên dagîrker.
Her weha bûye kelem li pêşiya yekrêziya gelê kurd, pêşî li pêşketinên wê digire, dijminatiya hêvî û daxwazên gelên herêmê dike.



