Sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker ya ji bo Başûrê Kurdistanê, duh bişev jî dewam kir.
Bi dehan wesayîtên zirxî û kamyon derbazî Berwarî Bala bûn.
Êriş, dagirkirin û sewqiyata leşerî ya dewleta Tirk a dagirker ya ji bo Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Li gorî aghaiyan duh bi şev jî dewleta Tirk bi dehan wesayîtên zirxî, kamyonên barhilgir şandiye Amêdiyê.
Li gorî dîmen jî tê dîtin dewleta Tirk bi eşkere û li ber çavê PDK’ê sewqiyata leşkerî pêktîne.
Tevî dagirkerî û êrişên berçav jî, rayedarên Herêma Kurdistan û Iraqê bêdengin.
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



