Li bajarê Strasbourg ê Fransayê her hefteyê komên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, bi rengê kom nobetê dewr digirin.
Nobet her hefteyê 7 rojan, di navbera saet 7.30 û 16.30’an de tê domandin.
Ji Rêber Apo re Azadî, 25’ê Hezîrana 2012’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ‘Nobeta Azadiyê’ da destpêkirin.Nobet ket hefteya 629’emîn.
Di çalakiyê de sûcên mirovahiyê yên li hemberî Rêber Apo hatine kirin, tên teşhîrkirin û bêdengî û hevkariya saziyên Ewropayê ya li hemberî van sûcan, tê şermezarkirin.
Çalakî di sala xwe ya 13’an de dewam dike.
Komê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî dewr girt.
Murşîde Oltan têkildarî mijarê axivî û wiha got:
“Dewleta dagirker bi Komploya Navneteweyî 25 sal in Rêbertiya me ji me qut kiriye.
Lê belê Rêbertiya me bi fîzîkî bi me re nebe jî, her tim bi me re ye.”



