Li herêma Zap û Metîna gerîlayan careke din derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dan.
Di çalakiyên sekvaniyê de, 3 dagirker hatin cezarkirin.
Artêşa Tirk a qirker ji Zap heta Qendîlê 16 caran bi balafirên şer qadên herêma Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker, li ser xaka başûrê Kurdistanê ya bihevkariya PDK’ê bicih dibe, derbên xurt ji gerîlayan dixwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên di nava 2 rojên derbasbûyî de agahî bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniya navendê de wiha hate gotin:
- Li herêma Metînayê:
23’ê Tîrmehê dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk li wan hate xistin û tevgera wan hate rawestandin.
Heman rojê vê carê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê mudaxileyî helîkopterên êrîşê hate kirin.
Piştî vê, helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.
- Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê:
22’ê Tîrmehê bi çekên giran li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
Di çalakiya sekvanî yên 23’ê Tîrmehê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin.
Helîkopterên xwestin destwerdanê bikin bûn armanca êrişên gerîlayan.
Piştî vê yekê neçar ma ji herêmê paşde vekişin.
- Li herêma Garê:
Artêşa dewleta Tirk a qirker ya li 22 û 23’ê Tîrmehê bi teqemeniyên qedexekirî êrişî qadên gerîla hate kirin.
Her di nava herdu rojên derbasbûyî de, qadên Xakurkê, Garê, Rojavayê Zap, Metîna û Qendîlê bi giştî 16 caran bi balafirên şer hate bombebarankirin.
Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derket û hîna jî didome.
Her wiha bi helîkopterên şer jî herêm hatin bobebarankirin.



