Li Fransayê Eniya Gel a Nû, di daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihandin ku bi namzetiya Lucie Castets a bi têkoşîna xwe ya li dijî sûcên malî derket pêş dê biçin hilbijartinê.
Eniya Gel a Nû (NFP) ya tifaqa çep a Fransayê ragihand ku li ser pêşniyarkirina Lucie Castets wek namzeta serokwezîrtiyê bi serokkomar Emmanuel Macron re li hev kirine.
Çar partiyên li pêş ên tifaqê daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de dan diyarkirin ku Lucie Castets لوسي كاستيتس yek ji erkdarên civakî ye ku di têkoşîna sucên malî de derketiye pêş.
Piştî gelek nirxandinan Eniya Gel a Nû ya ku piştî gelek nîqaşan têkildarî Lucie Castets lihev kirin,
Namzeta xwe ya hevpar weke ‘di parastin û piştevaniya xizmetên civakî de cih girt’, ‘piştgirî da têkoşîna ku temenê teqawitbûnê derkeve jorî 64’an’ û ‘erkdarek civakî ya payebilind a ku di têkoşîna li dijî dizîna vergî û gendeliyê de cih girt’ da nasîn.



