Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî duh ji bo beşa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate vexwendin.
Werîşe Muradî bi sedema ku ew dadgeh ne fermî ye, ew red dike ku tevlî rûniştina wê bibe.
Werîşe Muradî piştî girtina 3 sal û zêdetirî 5 mehan a li hucreya yek kesî ji bo dadgehê hatibû vexwendin.
Li gor agahiyan Werîşe Muradî red kiriye ku tevlî rûniştina dadgehê bibe.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ew ji aliyê a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve,cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Lê ev biryar bi hinceta kêmasiyên di lêpirsînê de hat betalkirin.
Her wekî doz ji bo ji nû ve darizandinê, ji dadgeha têkildar re hat şandin.



