Cezayê darvekirinê li parêzvana mafê jinan, û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hat birîn.
Ceza duh ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tahranê bi tometa “li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye” hat dayin.
Dijminatiya Dewleta Îranê ya li dijî jinan dewam dike.
Destilata Îlanê li parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê birî.
Ceza duh ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tahranê bi tometa “li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye” hat dayin.
Daneşîna yekem ya doza Pexşan di 28’ê Gulan û 16’ê Hezîrana 2024’an hate dîtin.
Di danişîna dawî ku duh hatî datîn de cezayê ‘darvekirinê’ li Pexşan Ezîzî hate birîn.
Pexşan Ezîzî di dîroka 4’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê ve hate binçavkirin, di 11’ê Kanuna 2023’an de hate girtin.
Wê birin girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin.
Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî êşkenceya giran û sistematik hat.
Ji hemû mafên xwe yê bingehîn bê par hate hiştin.
Pexşan Ezîzî di dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bê par hate hiştin.
Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.
Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên Kurd li Tahranê bûye di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin:
Di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan.
Piştî berdana wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xwebat da meşandin.
Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girîgeha Evînê ku lê dima, îşkenceyên ku jiyan kirine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû.
Hêjayî bîrxsitinê ye ku di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdeaya ‘li dijî rejîma Îranê serhildana bi çek’ cezayê davekirinê li parêzvana mafê jinan Şerîfe Muhammedî jî birîbû.



