Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê bi serenavê “Cihê ol di neteweya domokratîk de” forumek li dar xist.
Di formê de girîngî û rastiya olê hate nîqaşkirin.
Çalakiyên pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Bakur û Rojhilatî Sûriyê dewam dike.
Têkildarî pêngavê Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê bi durişmeya “Cihê ol di neteweya domokratîk de” formek lidarxist.
Endamên kongireyê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk û şêx û rûspiyên eşîran jî beşdarî formê bûn.
Di formê de felsefeya Rêber Apo ya Netwa Demokratîk û rola wê di avakirina wekheviya di navbera ol û baweriyên Rojhilata navîn de hate nîqaşkirin.
Têkildarî formê Edîtorê kovara Şerq El Ewset El Demokratî Îsmaîl El Xalid axivî û got:
“Ji destpêka avakirina dewletê heta niha ve tevgerên siyasî yên li dijî olê hene.
Lê Rêber Abdullah Ocalan got, ˊol rêbaz û referansa çareseriya pirsgirêkan û amûra parastina civakan ji hemû pirsgirêkan eˊ.”
Her wiha rola jinê di Neteweya Demokratîk û Îslama Demokratîk de ji aliyê beşdaran ve hate nîqaaşkirin.
Li ser vê mijarê mamosteya Zanîngeha Şerq Newroz Muslim axivî û diyar kir ku divê jin rastiya olê li herderî bînin ziman û hewildanên ku jinan dike hedef fala derxin.
Endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Hesekê Mazin Harûn diyar ku Pirsgirêka wan ya destpêkê çareserkirina têgehên di warê ol û baweriyê de ye.
Mazin Harûn dazanîn ku ji bo ev têgeh baş bê zelalkirin divê li fikir û felsefeya Rêber Apo vegerin û wiha got:
“Rêber Apo bi rêya fikra xwe ya Neteweya Demokratîk gelek Têgeh şîrovekirin.
Ji lewre divê em ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin.”



