Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê hatibû destpêkirin, kete meha 43’an.
Li ser navê Komîteya Çalakiyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî.
Yuksel bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û got:
“Bi Peymana Lozanê ku 101 sal berê hat îmzekirin, Kurdistan kirin 4 parçe.
Dîlgirtina Rêber Apo, polîtîkayên tecrîda mutleq û dîsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û hewldanên îlhaqkirinê li ser bingeha dewamkirina vê peymana qirêj e.
Em weke gelê Kurd li hemberî êrişên dagirkeriyê û hewldanên îlhaqkirina erdnîgariya Kurdistanê li gel têkoşîna gerîla cih bigirin.”
Çalakgeran tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin.
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’î re şandin



