Hate ragihandin ku Beşar Esed û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh li Moskovê civiyane.
Li gorî dezgeha çapemeniyê ya serokatiya Rûsyayê, duh Vladimîr Pûtîn bi Esed re li qesra Kremlînê civiyaye.
Medyaya fermî ya Rûsyayê jî diyar kir ku Esed û Pûtîn têkiliyên Şam û Moskovê, rewşa herêmî, peywendiyên aborî û baziganî yên her du welatan û dozên girêdayî van mijaran nîqaş kirin.
Li gorî medyaya Rûsyayê, hewldanên Rûsyayê yên der barê nêzîkbûna hikumetên Şam û Enqereyê de nehatine nîqaşkirin.



