Di dema nujenkirina dibistanek li bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî hate dîtin.
Li gorî medya Iraqê belavkirî, duh di dema nujenkirina dibistanek li bi bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî hate dîtin ku 14 cenaze tê de bûn.
Her wiha hate ragihandin ku heta niha nasnameya cenazeyên di gora komî de nediyare û di derbarê wê de lêkolîn berdewame.
Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de gelek deverên Iraqê hatibûn dagirkirin.
Her wiha gelek komkujî hatin pêkanîn û wan kesan avêtin gorên komî de.
Ji roja ev herêm hatîn rizgarkirin ve, dem dem ev gorên komî têne dîtin.



