Rojnameya Der Standard a Awûstûryayê ragihand ku 69 xelatgirên Nobelê têkîdarî azadiya Rêber Apo nameyek hevbeş ji Tirkiyê re şandine.
Xelatgirên Nobelê di nameya xwe de dibêjin: “Em ji ber tecrîda li ser Ocalan xemgînin.
Em dixwazin Tirkiye vegere ser rêya aştiyê.
Tecrîda Îmraliyê bi dawî bike.”
Rojnameya Der Standard a Awûstûryayê ragihand ku 69 xelatgirên Nobelê banga azadiya Rêber Apo kirine.
Li gorî nûçeya navborî ji dîsîplînên cuda 69 xelatgirên Nobelê têkîldarî tecrîda li ser Rêber Apo nameyek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re şandine.
Xelatgirên Nobelê di nameyê de dibêjin divê Rêber Apo were berdan û pirskirêka Kurd bi rêya aştiyê were çareserkirin.
“Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de kesayeteke sereke ye”
Nûçe qala pirskirêka Kurd ya li Tirkiyê dike û dibêje:
“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke kesayeteke sereke tê dîtin.”
Di dewamiya nûçeyê de ev tişt tê gotin:
“Ocalan îro jî weke kesayetek di têkoşîna xweserî û azadiyê ya Kurdan de tê dîtin.
Her wiha ji aliyê gelek Kurdên li derveyî Tirkiyê ve weke rêber tê dîtin.
Wî ji girtîgehê gelek caran daxwaza çareseriya aştiyane li Tirkiyê kir.
Ji bo vê jî gerîlayên Kurd agirbest ragihandin.
Lê Erdogan di Tîrmeha 2015’an de bi awayekî fermî pêvajoya aştiyê bi dawî kir.
Bi vê re Tirkiyê dest bi zextên li ser PKK, partî û rêxistinên Kurdistanî kir.
Ji ber vê heta niha jî li Iraq û Sûriyê li dijî Kurdan êriş pêk tên.”
Di nûçeyê de têkoşîna gerîlayên PKK’ê yên li Sûriye û Iraqê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî tê bibîrxistin.
Xelatgirên Nobelê: Em ji ber tecrîda li ser Ocalan xemgînin
Li gorî Rojnameyê Der Standard di nameya xelatgirên nobelê de ev tişt tê gotin:
“Em ji ber şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan û tecrîda li ser Ocalan xemgînin.
Em dixwazin Erdogan vegere ser rêya aştiyê.
Ji bo vê divê Tirkiye, Ocalan jî tevlî pêvajoyê bike.
Lewma divê Tirkiye dawî li tecrîda Îmraliyê bîne.”
Rojnameya Der Standard: Tirkiyê hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî binpê kiriye
Rojnameya Der Standard di dawî de got:
“Tirkiye ku ji sala 1949’an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye, hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî binpê kiriye.”



