Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk erişên xwe yên dagirkeriyê bênavber li ser xaka Başûrê Kurdistanê û li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê didomîne.
Di çarçoveya êrişên xwe yên dagirkeriyê de, balafirên şer yên dewleta Tirk a faşîst doh bi şev 2 caran yek ji gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.
Li gor agahiyên bi dest ketine di bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne.
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



