Rojnamevan û aktîvîstê ji Behdînanê Diyar Amêdî ji ber krîza dil, li Şengalê şehîd bû.
Rojnamevan û aktîvîstê Behdînî Dawid Silêman Ehmed ku weke Diyar Amêdî tê nasîn.
Diyar Amedî bixwe ji navçeya Amêdî ya ser bi Dihokê ye, duh şev li Şengalê ji ber krîza dil şehîd bû.
Diyar Amêdî ji salên 1990’î ve weke aktîvîstek û di van salên dawiyê de jî weke rojnamevanek kar û xebat di çarçoveya ragihandina azad de li Iraq û Başûrê Kurdistanê meşand.
Ji ber rexneyên xwe yên tund yên li ser medya dîjîtal li siyaseta PDK’ê, gelek caran ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û tehdîtkirin.
Herî dawî ji ber tehdît û hewldanên PDK’ê yên kuştina wî neçar dimîne, berê xwe bide Şengalê.
Di van demên dawiyê de gelek xema Amêdiyê ku dibin dagirkeriya Tirk de ye xwariye.
Diyar Amêdî duh li mala xwe ya li Şengalê girtibû de, ji ber krîza dil şehîd bû.
Piştre ji bo teşxîsê cenazeyê wî rakirin nexweşxaneya Xanesorê ya Şengalê û li wir jî hate zanîn ku ji ber krîza dil şehîd bûye.
Piştî malbat hate agahdarkirin ji Dihokê derbasê Şengalê bûn û dê cenazeyê wî bibin Dihokê weşêrin.



