Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê ji ber bahoza Berylê hejmara miriyan derket 36’an.
Li herêmê ji ber ba û barana ku ji ber bahozê rabû, li hin deverên Teksasê kolan di bin avê de man, elektrîk jî qut bû ku bi rojan bandor li 3 milyon kesî kir.
Ji ber bahozê li seranserê eyaletê bi taybetî li bajarê Houstonê gelek dar ketin ser rêyan û gelek mal û kargeh zirar dîtin.
Rayedaran ragihandin ku ji ber bahoza li eyaletê 9, li eyaleta Fort Bendê 9 û li Houstonê 11 kes ji ber bahozê bi tevahî 36 kes mirin.
Li Teksasê, li meclîsa eyaletê komîsyonek hat avakirin û der barê sedema ku şîrketa belavkirina elektrîkê nekariye qutbûna elektrîkê ya bi rojan dom kiriye ji holê rake, lêpirsîn bide destpêkirin.
Li gorî malpera FlightAware, ji ber bahozê heta niha zêdetirî hezar sefer li du balafirgehên Houstonê (HOSTIN) hatine betalkirin.
Xelkê peravên Teksasê tedbîrên xwe li hember bahozê girtin û camên mal û kargehên xwe bi tabloyan girtin.
Şêniyên bajarên peravê jî piştî biryara tehliyeyê dest bi terikandina cihên xwe kirin.



