Netanyahu li Amerîkayê bi Kamala Harris, Joe Biden re civiya.
Mijara sereke ku hate guftugokirin şerê li Xeza, pevguhertina girtiyan û peymana agirbestê bû.
Ji hêla Harris û Biden ve hat xwestin ku şerê li Xezayê êdî bi dawî bibe.
Li aliyê din Netanyahu dê îro li Amerîkayê bi namzedê Komarî yê seroktiyê Donald Trump re bicive.
Cîgira Serok Kamala Harris, li Qesra Spî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.
Kamala Harris piştî hevdîtinê derket pêşberî kamerayan û anî ziman ku wan bi Netanyahu re hevdîtineke berfireh kirine û rojeva Rojhilata Navîn nirxandiye.
Harris tekez kir ku mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze û Amerîka dê di vî warî de her cure piştgirî bide Îsraîlê.
Kamala Harris: Min metirsiya xwe derbarê xezayê de ji Netanyahu re anî ziman
Kamala Harris got:
“Tiştê ku di van 9 mehên dawî de li Xezeyê qewimî, bi rastî wêranker e.
Min fikarên xwe yên cidî yên derbarê giraniya êşên mirovî yên li Xezeyê, di nav de mirina gelek sivîlên bêguneh, ji Serokwezîr Netanyahu re ragihand.”
Kamala Harris diyar kir ku wan zarok û mirovên ku ji birçîna bêhêvî bûne û ji ber ewlehiyê ji cihê lê direvin dîtine û wiha got:
“Em nikarin rûyê xwe di nava van trajediyan de bizivirînin.
Em nikarin xwe li hemberî van êşan bêhest bihêlin. Û ez ê bêdeng nemînin.”
Kamala Harris: Li Xezayê dema agirbestê hatiye
Herîs da zanîn ku di hevdîtina xwe ya bi Netanyahu de diyar kir ku li Xezayê dema lihevkirina agirbestê hatiye û divê girtî vegerin malên xwe û got:
“Em vê peymanê bikin û şer bi agirbestê bi dawî bikin. Girtî vegerin malên xwe û alîkariyên ku gelekî pêdiviya wan bi gelê Filistînê heye, ez ê bidomînim.
Hevdîtina Biden-Netanyahu
Her wihia hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Biden jî di hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re xwest ku di demeke herî kurt de agirbest û peymana girtiyan “biqede”.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, Biden jî di vê hevdîtinê de diyar kir ku divê di şerê li Xezayê de “dawiyeke mayînde” were bidestxistin.
Piştî hevdîtina dualî, Biden û Netanyahu bi malbatên girtiyên Amerîkî yên li Xezeyê re hevdîtin kirin.
Netanyahu bi Trump re dê li floridayê bicive
Li aliyê din Netanyahu dê îro li Amerîkayê bi namzedê Komarî yê seroktiyê Donald Trump re bicive.
Hevdîtin wê li mala Serokê berê yê Amerîkayê Trump a li Floridayê pêk were.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di axaftina xwe ya rojek berê ya li Kongreya Amerîkayê de li dijî Hamasê soza “serkeftina mutleq” dabû.



