2 zarokên keçîn dema di gola Meydankê ya li Efrînê de melevanî dikir, xeniqîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ev agahî parvekir:
“2 zarokan dema di gola Gola Meydankê yê navçeya Şera de melevanî dikir, noqî avê bûne û xeniqîne.
Zarokên bi navê Fatma Oso û Xezala Oso xwişkê hevin û ew ji penaberin bajrokê Heyan yê gundewarên Helbê ne ku li Efrînê hatinê bi cih kirin.”
Rêxistinê, destnîşan kir ku cenazeyên her du zarokan veguhastine nexweşxaneya Efrînê.


