Hevseroka Federasyona Gaziyên bakur û rojhilatê Sûrî Sosin Amed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk yê li dijî herêmê bi piştgiriya dewletên cîhanê pêk tên.
Sosin Amed destnîşan kir ku ew ê bi berxwedana gel û QSD’ê bi her awayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser herêmên bakur û rojhilatê sûrî bê navber dewam dike.
Ji ber êrîşan sivîl tên kuştin, komkujî pêk tên û bi deh hezaran kes koçber dibin.
Hevseroka Federasyona Gaziyên bakur û rojhilatê Sûrî Sosin Amed bal kişand ser bêdengiya li dijî van êrîşan û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, 9’ê Cotmehê bi destekdayîna hemû dewletan êrîş kirin.
Ssosin Amed: Êrîşên îro berdewamiya komploya 9’ê cotmeha 1998’an e
Sosin Amed destnîşan kir ku êrîşên ku îro rû didin berdewamiya komploya 9’ê Cotmeha 1998’an.
Sosin Amed: Dewleta Tirk êrîşî hemû pekhateyên herêmê dike
Sosin Amed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe ne tenê pêkhateyên kurd, hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê sûrî hedef digirie.
Sosin diyar kir ku şervanên YPG-YPJ’ê û hemû pêkhateyên Suriyê li Serêkaniyê berxwedanek bêhempa nîşan dan.
Sosin Amed: Berxwedana Rûmetê ruhê netewî xurt kir
Hevseroka Federasyona Gaziyên bakur û rojhilatê Sûrî dazanîn ku bi vê berxwedanê rihê neteweyî hat xurtkirin û piştgiriya berxwedana rûmetê pêş ket.
Sosin Amed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze komkujiyên li dijî pêkhateyên Asurî, Sûryanî û Ermenan pêk anîne dubara bike, lê QSD’ê û gel wê li dijî van êrîşan bi hev re têbikoşin.
Sosin Amed: Em ê heta bidawîkirina dagirkeriyê li ber xwe bidin
Hevseroka Federasyona Gaziyên bakur û rojhilatê Sûrî Sosin Amed di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku heta ku dagirkeriyê bi dawî bikin wê berxwedana xwe bidomînin.