Wednesday 2026/07/08
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

YRJ û YRA cezayên li dijî rojnamevanan şeremzar kirin

July 30, 2024
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
YRJ û YRA cezayên li dijî rojnamevanan şeremzar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

YRJ û YRA`yê cezayên li dijî rojnamevan Silêman Ehmed, Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî şermezar kirin û bang li aliyên peywendîdar kir ku kiryar û binpêkirinên li dijî azadîxwazan teşhîr bikin.

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî biryara darvekirina Rojnamevan û Çalakvan Pexşan Ezîzî li Îranê, cezakirina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve li bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rakirina wêneyên rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî û rojnamevan Silêman Ehemd beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Rêvebera ya YRJ`ê Newroz Demhat ve hate xwendin.

Newroz Demhat siyaseta rejîmên Îran û PDK`ê ya li dijî rojnamvanan şermezar kir û got: “Rejîma dagirker û qirker ya Îranê bi polîtîkayê hewil dide çavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetê mixalif bitirsîne.

Dixwaze bi darvekirinan pêşî li daxwazê azadiyê yên gelan û jinan bigire. Rejîma Îranê ya ku li ser bingehê olperestî, mezhepperestî û mêrperestiyê şekil girtiye, bi kiryarên darvekirinê, zext û çewisandinên cur be cur, bi binpêkirinan mafên mirovan ne tenê zirar dide hebûn û azadiya jinan, di heman demê de zirarê dide nirxên hemû netew, pêkhate û baweriyan.

Ji ber rêjima Îranê li ser nasnameya jinan re êrîş biriye li ser hemû rengê jiyanê. Herî zêde jî bi îbretkirina kiryarên darvekririnê hewil daye ku hêviyên jiyana azad bikuje û bi vi rengî civakekî bê vîn û ya ku xwe radestî mirinê kiriye ava bikin.”

Newroz Demhat da zanîn ku tevî ku her kêlî li ser jin û gelan benê darvekirinê tê hejandin jî, li hember van polîtikayên dagirker û qirker di sedsala dawiyê de bipêşengiya jinan berxwedanekî bê hempa hatiye meşandin.

Newroz Demhat bi domdarî got: “Bi zanista ku heta jin azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyê jinanên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Ev rihê berxwedêr yê ku bi ‘Raperîna Jin, Jiyan, azadî’ şênberbûyî li hemû cîhanê deng veda û ji bo pergala mêr salar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin.

Ji ber vê tirsa mirinê Rejîma îranê biryara darvekerinê ji bo çalakvanên Raperîna ’Jin, Jiyan, Azadî’ dide.”

Newroz Demhat bal kişand ser biryara darvekirina rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, cezadayîna rojnamevan Silêman Ehemed û wiha pê de çû: “Em wek hevpişeyên wan vê biryara Rejîma Îranê bi hêrsekî mezin şermezer dikin û piştgiriyê dide mafê her zindiyekî azadiyê.

Ji ber em bi wê bawerin ku daxwaza azadiyê mafê her kesî.

Dîsa weke kevneşopiya çapemeniya Azad li hember xeta xiyanetê ku di Kurdistanê bûye mîna kurmê darê, ji ber em bibiryar dariyekê mezin têdikoşin û ji bo kifşkirin û teşîrkirina wê dixebitin, lewra ji aliyê hişmendiya xiyanetkar û noker a PDK’ê ve dibin hedef. Ji ber hişmendiya noker ji vê sekna welatperwer ya çapemeniya Azad ditirse, hempişeyê me Silêman Ehmed hate girtin û herî dawîjî hate ceza kirin.

Zextên PDK’ê li ser hempîşeyê xwe di rojevê de bihêlin û bi vî rengî bala civaka navdewletî bikşînin ser kiryarên hovan yên Rejîma Îranê û zextênPDK’ê yên li ser çapemeniyê.”

Newroz Demhat diyar kir ku emê bi weşangeriyek bibandortir xeta xiyanetkara PDK’ê ji raya giştî ya Kurdistanî û cîhanê nîşan bidin.

Bipênûs û kamerayên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfe, Silêman Ehmed û hemû dilgirtiyên azadiyê.

Newroz Demhat bang li rejîma Îranê kir ku ji biryara xwe vegere.

Her wiha bang li civaka naventeweyî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafên mirovan kir ku xwedî li daxwaza azadiyê ya jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê û wiha dom kir: “Bangên me bi taybet ji çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cîhanî dikin bi weşangeriya xwe bibin dengên van girtiyên azadiyê ku li ber sêdaredanê ne.”

Rojnamevanan bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniya xwe bi dawî kirin.

Previous Post

ÎROJ

Next Post

NÛÇE

Weşana girêdayî

Di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Haxî Zîka de protokol hate îmzekirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Haxî Zîka de protokol hate îmzekirin

Li Hesekê bihayê her ampêreke jeneratorên xizmetê bû 20 hezar lîre
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Hesekê bihayê her ampêreke jeneratorên xizmetê bû 20 hezar lîre

2 malbatên DAIŞ‘î yên Tûnisî ji Kampa Roj derketin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

2 malbatên DAIŞ‘î yên Tûnisî ji Kampa Roj derketin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye