Piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan Silêman Ehmed îro li Dihokê hat dadgehkirin.
Dadgeha dibin fermana PDK’ê de, 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman birî.
Ceza jî bi hêceta endambûna PYD’ê ye hatiye dayîn.
Dadgeha Dihokê a bi fermana PDK’ê kar dike, 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Îro piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed li Dihokê hat dadgehkirin.
Herî dawî 3’ê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir.
Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye rûniştin ji bo îro taloq kiribû.
Endamê tîma parêzerên Silêman Ehmed derbarê cezayê hatî dayîn de axivî
Ji endamên tîma parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed li ber dadgehê ji derbarê cezayê hatî dayîn de axivî.
Parêzer Nerîman Ehmed: Ceza bi tometa endambûna PYD’ê hate dayîn
Nerîman Ehmed got:
Diviyabû ku bi yasaya rojnamevaniyê Silêman Ehmed bihata dadgehkirin, lê bi madeya 1 ya jimara 21 ya sala 2003’yan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tometa endambûna ‘Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ 3 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn.
Parêzer Nerîman Ehmed: Biryar ne dadperiye û em ê îtiraz bikin
Parêzer Ehmed diyar kir di runiştina dadgehê de, Silêman Ehmed li ber dadwer îfadeya ku jê re hatibû amadekirin red kir ku bi soranî hatibû nivîsandin û wiha got:
Ev biryar ne dadperiye û ji bo wê emê îtiraz bikin.
Her wiha rê nehat dayîn ku Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê UNAMI jî di runiştina dozê de amade bibe.
Biryare UNAMI daxuyaniyek di derbarê vê yekê de belav bike.
Navenda Metro daxwaza betalkirina biryarê kir
Her wiha têkildarî mijarê Navenda Metro jî bi daxuyaniyekê daxwaza betalkirina biryarê kir.
Navenda Metroyê biryar weke nedadperwerane binav kir û ev bang kir:
Ema bang dikin dadgehê weke tol hilandina dijî rojnamevanan bikar neynin.
Pêwîste di mijara azadiya çapemeniyê de şert û mercên darizandinek adil bên afirandin.
Nabe dibin ti hêcetek din de yasayek din were bikaranîn.”



