Rojnamevan Silêman Ehmed ku ev 279 roj in di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de girtî ye, biryar e îro derkeve pêşberî dadgehê.
Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir.
Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye.
Danişîn ji bo îro (29’ê Tîrmehê) hatibû taloqkirin.
Biryar e îro rojnamevan Silêman were dadgehkirin.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.
Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin.



