Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Herêmên Parastina Medya şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrê yên wan her tim bi tempoyeke bilind di çeperê herî pêş de şer kirin û bûn mîlîtanên mînak.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li HPM yê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Devrîm û Ebû Leyla 30’ê Nîsana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûne.
HPG: Hevrê yên me bûn mîlîtanên mînak yê Apoyî
HPG’ê diyar kir ku hevrêyê wan bê rawestan li çeperên herî pêş de şer kirin û wiha hat gotin:
Hevrêyê me Devrîm li dijî êrîşên qirkirinê weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet di nava refên têkoşînê de cih girt.
Di têkoşîna xwe ya 8 salan a bê navber de, her tim bi tempoyeke bilind di çeperê herî pêş de şer kir.
Têkoşîna wî dê ji me hevrêyên wî û hemû ciwanên Kurdistanê re bibe çavkaniya îlhamê û bingehê serketinê.
HPG: Têkoşîna azadiyê bi can û xwîna ciwanên Kurd û Ereb hatiye avdan
HPG’ê li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ebû Leyla ku ciwanekî ji neteweya Erebe wiha got:
“Hevrêyê me Ebû Leyla yê ji nava gelê me yê Ereb derketî, di temenê ciwan de heqîqeta tevgera Apoyî ferq kir û tevlî nava refên têkoşînê bû.
Têkoşîna xwe ya bi heskirin dimeşand, bi şehadetê tacîdar kir û bû yek ji xelekên rastiya enternasyonal a partiya me PKK’ê.
Lehengên bi wêrek ên mîna Ebû Leyla, wê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelên Kurd û Ereb pêk bîne.
Têkoşîna Azadiyê bi can û xwîna ciwanên Kurd û Ereb hatiye avdan.
Ev têkoşîn wê li Rojhilata Navîn bibe garantiya jiyana nû ya azad.
HPG’ê sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û soza serkeftine da hemû şehîdan.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Devrîm Botan
Nav û Paşnav: Yahya Tunç
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Asya
Navê Bav: Seîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ebû Leyla Şehîd
Nav û Paşnav: Ehmed Ednan Berhawa
Cihê Jidayikbûnê: Minbic
Navê Dayik: Hêlê
Navê Bav: Ednan
Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



