Ajansa ANF’ê Navên çeteyên ku li ser fermana MHP’ê bi destê PDK’ê li Başûr hatine bicihkirin bi lîsteyekê eşkere kir.
Tê plankirin ku çeteyên ku ji aliyê MHP’ê ve hatine birêxistinkirin, li Başûrê Kurdistanê li gundên Xristiyan ên hatine valekirin, bên bicihkirin.
Êrîşên Tirkiyê yên bi piştgiriya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê gihiştiye qonaxeke nû û bi vê re tifaqên balkêş jî tên avakirin.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku “aqilê dewletê” yê konsepta qirkirina Kurdan e û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di bin çavdêriya AKP’ê de tifaqek ava kirin.
Tifaqa Barzanî-Bahçelî li pişt perdeyê kûr bûye.
Ev tifaqa bi dûvikê MHP’ê Eniya Tirkmen re li dijî YNK’ê hatiye çêkirin.
Bi hevkariya MÎT û Parastinê jî di ser Fermandarê Hêzên Taybet ên Hemze Seyf Bolat û
Fermandarê Suleyman Şahê Muhammed Casim re ji bo li dijî hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê şer bikin, hêzeke taybet ku hejmara wan ne diyar e avakirine.
Hat zanîn ku çeteyên Firqeya Sultan Mûuad, Silêman Şah û Hemza ku berê di nava çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, şandine herêmê.
Berê ji bo Kurd û Ereban bînin berenberî hev komê çeteyan ên ji Ereban pêk tê şandibûn.
Ji ber ev plan pêk nehat vê carê Devlet Bahçelî bi xwe ket dewrê û serçete Seyf Bolat û Muhammed Casim vexwendin Enqereyê û bi nûnerên MÎT û Parastinê re hevdîtin kirin.
Gundên Xiristiyanan ên li Kanî Masiyê ji bo komên çeteyan tên valakirin
Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawî de 25 gundên girêdayî malbatên Xiristiyan yên navçeya Kanî Masî ya Dihokê bi dijwarî bombebaran dike.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di 23’yê Tîrmehê de gundê Miska jî di nav de gundên Xiristiyanan ên herî kevin ê herêmê ne hatin bombebarankirin û armanca vê bombebaranê ew e ku komên çete yên ku piraniya wan ji Tirkmen ên tifaqa Bahçelî û Barzanî ne derbasî vê herêmê bûn.
Di êrîşên berê de bi taybet Xiristiyanên gundên herî kevnar ên li herêma Metînayê koçber bûne, yên mabûn jî bûn hedefa bombebarana dawî.
Ajansa ANF’ê Navê hêzên taybet ên Lîwayên Hemze, Sultan Murad, û Suleyman Şahê ku berê ji aliyê artêşa Tirk û MÎT’ê ve hatibûn perwerdekirin parvekir.
- Basil Xalid (01.01.1995)
- Ebdulqadir Hesen (25.08. 1990)
- Mihemed Îbrahîm Ebdela (17.04.2002)
- Îbrahîm Ebdalhelîm (13.05.1996)
- Mehmûd Ehmed (10.07.1999)
- Bilal Ednan (01.01.2001)
- Cimea Mihemed (01.07.1989)
- Tariq Neîm (01.01.1994)
- Xalid Ebdilhalîm (01.05.1992)
- Xalid Hisên (20.06.1988)
- Mihemed Ebdulah (01.01.2002)
- Welîd Zebab (20. 11.1988)
- Mistefa Fewaz (01.01.1990)
- Mihemed Cim’a (01.01.1975)
- Hesen Mer’î (05.05.1979)
- Emran Mihemed (26.2.2002)
- Loai Xalid (03.01.2002)
- Hisên Ehmed (01.10.1992)
- Tewfîq Ebdulfetah (01.08.1989)
- Elî Xalid (10.01.1996)
- Ehmed Myesir (01.01.1986)
- El Emer Xalid (01.05.2002)
- Xalid Casim (08.03.2002)
- Yehya Ebdilselam (01.07.1995)
- Mihemed Hesen (01.04.1992)
- Mihemed Yûsif (02.01.1989)
- Ebdilcelîl Elî (01.01.1988)
- Ehmed Hesen (10.10.1990)
- Mehmûd Ebdulezîz (01.01.2002)
- Elî Mihemed (01.05.1985)
- Ehmed Cemal (18.01.1998)
- Elî Ebdulah (1.1.1995)
- Xalid Umer (25.07.1987)
- Nidal Mihemed (11.01.1999)
- Yûsif Mihemed (06.01.1989)
- Welîd Mihemed (20.05.1995)
- Fadî Mûsa (01.01.1990)
- Yamin Mihemed (01.01.2002)
- Feyad Serhan (01.05.2001)
- Ehmed Mehmûd (01.01.1994)
- Ehmed Hesen (31.01.1996)
- Ehmed Ela’aldîn (01.01.1995)
- Yûsif Ziyad (1.1.1999)
- Mehmûd Mistefa (10.07.1982)
- Enes El Enes (10.01.1997)
- Ehmed Mistefa (12.01.2000)
- Ehmed Hesen (10.01.1998)
- Nûrî Mihemed (25.07.2004)
- Se’îd Ebdilqadir (10.09.1990)
- Elî Mihemed Mihdî (10.9.1998)
- Hiba Semîr (21.07.1987)
- Xewle Mihemed (01.01.1996)



