Pîsporê leşkerî Ela Neşuî got: Sedema dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Başûr, lewaziya hikumeta Iraqê ye.
Ji pîsporê leşkerî Ela Neşuî da zanîn ku yek ji sedema dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Başûr, lewaziya hikumeta Iraqê ye.
Ela Neşuî yê derbarê mijarê de ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî got:
“Hikumeta Iraqê ti helwestek dijî êrişên Tirkiyeyê nîşan nade, bi vê re jî tê dîtin ku Iraq parastina xaka xwe nake.”



