Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî revandin.
Di çavçoveya guhertina demografiya herêmê de, dagirkeran agir berdane zeviyên gundên bajarê Reco.
Di encamê de nêzî 25 hezar dar şewitîne.
Ne jiyan û ne ewlehî li Efrîna dagirkirî maye.
Sûcên kuştin, revandin û talankirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bênavber didomin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku 22`ê Tîrmehê dewleta Tirk û çeteyên wê şêniyê bi navê Mihemed Omer Bin Seîd yê 43 salî ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revandin.
Mihemed Omer ji Lubnanê vegeriyabû û daxwaza mala xwe ya li bajarê Efrînê kiribû ku çeteyekî ji başûrê Helebê dest daniye ser.
Her wiha hat diyar kirin ku 16’ê Tîrmehê çeteyan şêniyê bi navê Ciwan Ebdulhenan Silêman (35) revand in û birin navenda xwe ya li Bilbilê.
21’ê Tîrmehê jî çeteyan şêniyê bi navê Ciwan Hemîd Horo (42) revandibû û ji bo ku wî serbest berdin, 5 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestibû.
Li Efrînê 25 hezar darên fêkî hatin şewitandin
Li alîkî din talankirina xwezaya Efrînê jî didome.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku doh dewketa Tirk a dagirker agir berda gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî.
Ji ber şewat bi lez belav bû, xelkê nekarî vemirînin.
Hîn jî agir venemiriye û ber bi gundê Xililko yê bajarokê Bilbilê ve berfiretir dibe.
Heta niha di encamê de nêzî 25 hezar darên zeytûn, gêlaz, gûz û hinar, merx û sewlî şewitîne.
Şêniyan diyar kir ku wan daxwaza alîkariyê kir lê belê guh nedane wan û destwerdan nekirine.
Her wiha şêniyan da zanîn ku bi firehbûna şewatê re, dengê teqîna mayînên di nava zeviyan de hatiye bihîstin.
Ji ber wê nekarîne bikevin nava zeviyan û şewatê vemirînin.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, dewlet Tirk a dagirker di 6 salên dagirkirina Efrînê de 391 hezar dar şewitandine.



