Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Tîrmehê ya kesên ji Efrînê hatine revandin, weşand.
Navendê di rapora xwe de eşkere kir ku 28 Efrînî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hatine revandin.
Ji ber şerê navbera çeteyan jî 2 zarok birîndar bûn.
Hemwextî van, ev 7 rojin dar û baxên Efrîniyan li ber çavên wan dişewitînin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 28 kes li Efrînê revandin.
Li Efrîna ku ev 7 sale hatiye revandin eşkence, revandin û kuştin lê dewam e.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Tîrmehê ya kesên li Efrînê hatine revandin eşkere kir.
Di raporê de tê gotin ku çeteyên dewleta Tirk di meha Tîrmehê de 28 kes revandine.
Nav û temenê kesên hatine revandin jî hatin parvekirin.
Çete li himber serbestberdan kesên revandî fidiyê dixwazin
Her wiha tê diyarkirin ku çete li beramberî serbestberdana van kesên revandî fidyeyê dixwazin.
Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên Ehrar El Şerqiyê 2 Tîrmehê li bajarê Efrînê bi ser gelek malan de girtin û 7 welatî revandin.
Ji welatiyên hatin revandin navên Ehmed Mihemed, Rêzan Mihemed û Mihemed Bekir hatin zanîn.
Çeteyên dewelta Tirk agir bi dar û zeviyên Erfriyan dixin
Çeteyên dewleta Tirk ev 7 rojin dar û baxên efrîniyan dane ber agir.
Ji ber agir ku çete ev 7 roj bi zanebûn vêdixin, bi deh hezaran darên zeytûn, kerez, hinar, fisteq, hejîr, tirî, sirû û sinober.
Ev şewat herî zêde li gundê Edamo عدامو , Elbeîskeh علبيسكه , Blîlûko بليلكو , Cala جالا , Xlûlko خلولكو , Kûsa كوسا , Şinlîla , Be’rîfa û Derwîş derketin e.
Li gorî çavkaniyekî xwecihî ji ber dijwarbûna agir xelkên efrînê nikarin bi destên xwe vemirînin.
Beriya niha Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku çeteyan li Efrînê di 6 salên despêkê yên dagirkeriya xwe de, 391 hezar û 900 dar şewitandin e û ji kok ve rakirine.
Li gorî heman çavkanî 12 hezar donim ji aliyê çeteyan ve hatiye şewtandin.


