Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo derbarê kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê tên kirin axivî û got:
“Çeteyên dewleta Tirk van rojên dawî 230 hektar qadeke daristanî ya Efrînê şewitandine û rojane daran dibirin.
Ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de tê kirin:
Armanc ji van kiryaran xalîkirina Efrînê ji mirovan e.”
Kiryarên hovane yên dewleta tirk a dagirker li Efrînê didomin.
Ji bilî bûyerên revandin, kuştin û talankirinê ku her roj bi destê çeteyan tên kirin, çeteyan dest bi şewitandina çiyayê Efrînê kirine.
Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo derbarê mijarê de axivî.
“Di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata Tirk de çiyayên Efrînê tê şewitandin”
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku 15 roj in her cihekî ji erdnîgariya Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne şewitandin û got:
“Ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de tê kirin.
Qadeke ji 230 hektar a navbera gundên Elbîsek û Bilîlko, Adma, Meydan Akbis û Jela ku li derdora wê bi hezaran dar hene, yên il navçeya Racoyê, di 23, 24, 25’ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyan ve hate şewitandin.”
“Beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê qatmayê birîn”
Şêxo da zanîn ku gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li herêmê qadeke çêkirina komirê ji bo çeteyên Firqeya Hemzat û Firqeya Sultan Silêman Şah hatiye çêkirin û wiha domand:
“Çavkaniyên herêmî ragihandin ku koma çetê bi navê ‘Hêza hevpar a Firqeya Sultan silêman Şah, Firqeya El Emşat û El Hemzat’ li bejahiya gundên El Mezra, Marseka, Şawarxa, Meryemîn, Anab û Şaranê rojane bi 20 wesayitên pîkap darên li herêmê dibirin û dibin.
Heman komên çete beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê Qatmayê birîn.”
“Ev kiryar ji bo xalîkirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin”
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku ev kiryarên dewleta Tirk ji bo xalîkirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin.


