Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) têkildarî êrişên li ser çanda Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.
TEV-ÇAND’ê got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin.”
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate dayîn.
Endam û rêveberên TEV-ÇAND’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Dîwana Wêjeyê, Meclîsa Çand û Hunerê û Yekitiya Hunermendan li wir amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst û qirker bi van kiryaran nîşan dide ku ji polîtîkeya qirkirina gelê Kurd gavek paş de navêje.
Ji ber vê jî li dijî gelê Kurd êrişan pêk tîne.
Hunermedan di daxuyaniyê de gotin weke gelê Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê van êrişên bêexlaq ên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin.
TEV-ÇAND’ê di dawî de ev bang kir:
“Em Bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin. Li hember polîtîkayên asîmîlesiyon û qirkirinê em helwestên xwe zelal bikin.
Bi rihekî welatparêzî û bi îradeyeke azad li hemû nirxên xwe xwedî derkevin.”



