Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran kir.
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundewarê Eyn Îsayê zirar gihîşt xetên sereke yên kehrebeya kargeha çementoyê.
Di encamê de kehrebe li tevahî gundên bajarokê El Curn ê rojavayê Girê Spî qut bû.
Ji ber hedefgirtin û topbarana artêşa Tirk a dagirker tîmên awarte nikarîn xwe bigihanda wir û tamîr bikira.
Heta danê êvarê jî topbarana li ser gundewarê Girê Spî dewam kir.



