Li Şehbayê merasîma oxirkirina cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê Dilsoz Reco û şehîd Çekdar Kobanê hebû.
Li Minbicê jî ji bo şehîd Luey û şehîd Ehmed konê sersaxiyê hate vedan.
Şêniyên herêma Şehbayê Şehîd Çekdar Kobanê oxirkirin û ji bo Şehîd Dilsoz Reco merasîmek xeyabî lidarxist.
Şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê li ber nexweşxaniya şehîd Avrîn kombûn û cenazeyê şehîd Çekdar girtin.
Piştî wergirtina cenazeyê şehîd kerwanê gel berê xwe dan goristana şehîd Sozdar Amanos ya bajarokê Fafînê.
Li wir, endama Saziya Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û qala têkoşîna şehîdan kir.
Gulê Mihemd teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirk da.
Li ser navê Yekîtiya Olan jî Mehmûd Cemo bang li gelê herêmê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û têkbirina şerê taybet ên li dijî gel rêya şehîdan bişopînin.
Her wiha li wir ji bo şehîd Dilsoz jî merasîmekî xeyabî hate lidarxistin.
Piştî axaftina wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Şêniyên kantona Minbicê: Em li ser şopa şehîdên xwe ne
Li Minbicê jî ji bo şehîd Luey Mihemed Seîd û şehîd Ehmed El Berho konê sersaxiyê hate vedan.
Xelkên bajaêr, şêx û rûspiyên eşîran, rêxistinên jinan û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan bin konê sersaxiyê.
Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan dan û wiha gotin:
“Şehîd rêberên têkoşîn û fedakariyê ne
Bi saya wan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aramî û ewlehiyê de dijîn.”



