Li Ewropayê ji ber germahiya zêde şewatên daristanan rû didin.
Pêlên germê li welatên wekî Îtalya, Albanya, Makedonyaya Bakur û Sirbîstanê bû sedema şewatên mezin ên daristanan.
Li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê roja Çarşemê li herêma xwezaya Monte Marioyê şewateke mezin li daristanê ket.
Pêlên germê li welatên wekî Îtalya, Albanya, Makedonyaya Bakur û Sirbîstanê bû sedema şewatên mezin ên daristanan.
Digel ku germahiya awarte di meha Tebaxê de li piraniya Ewropayê berdewam dike, bandorên pêlên germê li hin welatan ji yên din dijwartir têne hîs kirin.
Têkoşîna li dijî şewata daristanan a ji ber germahiya zêde li welatên cuda yên Ewropayê didome.
Li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê roja Çarşemê li herêma xwezaya Monte Marioyê şewateke mezin li daristanê ket.
Di dema ku agirkujên li herêma çiyayî bi avê bi helîkopterê agir vemirandin, ji ber ku şewat nêzî avahiyên derdorê bûn, gelek welatî hatin tehliyekirin.
Cihê ku şewat lê derketiye tenê 2,5 kîlometre dûrî Basîlîka Sent Petrû ya Vatîkanê ye.
Albanyaya ku di bin bandora germa zêde de ye ji serê havînê ve li dijî şewata daristanan têdikoşe.
Hat diyarkirin ku her çend şewata herî dawî li gundê Maşkullore yê başûr gelek nêzî malan derketibe jî xisareke mezin çênebûye.
Li rojhilatê Svetî Nikola ya Makedonyaya Bakur jî şewatek mezin derket.
Ji bo rawestandina şewatê helîkoptereke artêşê û 3 balafirên traktora hewayî hatin bicihkirin.
Hat ragihandin ku li yek ji gundan welatiyekî temen mezin ji ber dûmanê jiyana xwe ji dest da.
Li welêt duh 66 şewatên daristanan derketibûn û 40 jê hatibûn vemirandin.



